Derbarê Leyla Guvenê de, Îbrahîm Kara, Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Civakî û Tenduristiyê (SES) derbarê rewşa Leyla Guvenê de gotiye ku rewşa tendirûstî ya Guvenê gelekî xirab bûye û kîloyên wê kêm bûne, gehiştiye asteke krîtîk û nekare derkeve hevdîtinan.
Li gor nûçeyeke bianetê Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Civakî û Tenduristiyê (SES) derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dikin de daxuyanî da ye.
Îbrahîm Kara, Hevserokê Giştî yê sendîkayê daxuyaniya ku ji aliyê Desteya Rêveberiya Navendî hatiye amadekirin, xwendiye û gotiye, ji 8ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018an heta îro li 60 girtîgehan tevî Leyla Guven, Perlamentera Colemêrgê ya HDPyê, 293 kes greva birçîbûnê didomînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin