Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar di çarçoveya serdana xwe ya bo ser sînorê Sûriyeyê de li gel hijmareke ji leşkerên Tirkiyeyê re civiya.
Akar di vê civînê de diyar kir ku bo operasyoneke dijî Minbic û Rojhilatê Çemê Firatê xebatên berfireh’’ didomînin.
Akar got: Li pêş me Minbic û rojhilata Firatê heye. Li ser vê, planên pêwîst hatin çêkirin. Hazirîyên me bi awayekî berfireh dewam dikin.
Akar da zanîn ku tekane armanca wan terorîst in û got ku ‘’kesên aqilê wan heye, dizanin ku di navbera me û birayên me yên Kurd de, ku em mîna goşt û neynuk in, ti kêşe tune ye’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin