Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo di çarçoveya serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de îro serdana Misirê kir.
Berêya serdana xwe bo Misirê Pompeo li Hewlêrê da zanîn ku Serokkomarê Trikiyê Recep Tayyîp Erdogan ser berevaniya hevalbendên Washingtonê yên dijî Dewleta Îslamî (DIŞI) şer dikin, garantî daye.
Pompeo got: Bo berevanîya kesên tevî me têkoşînê dikin çi ji dest me were em dê bikin û ew bo me pir girîng e. Erdogan hin garantî daye Amerîkayê.
Wî bi berdewamî da zanîn ku ew fikarên Tirkiyê yên li ser ewlekariyê fehm dikin û da zanîn ku ew dê ser vê mijarê piştgirîya Tirkiyê bikin.
Şîretvanê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton di dawiya hefteyê de bo berevaniya hêzên Kurdan yên li Sûriyê ji Tirkiyê garantî xwestibû û Erdogan ser axaftina Bolton gotibû ku ‘’Şaşiyeke mezin kiriye’’.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin