Daxwaza 20 sal zîndanê bo Serokê fexrî yê HDPê tê kirin

dozger dibêje propagendeya pkkê kiriye
کوردستان TV
100%

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dijî Ertugrul Kurkçu tohmetbarname amade kir û bi hinceta endamtî û bangeşekirina PKKyê û beşdarîkirina çalakiyên neyasayî heta 20 salan cezaya zindanîkirinê ji bo wî xwest.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê duhî jî bi heman tohmetan ji bo parlementera berê ya HDPyê Sîbel Yigitalpê heta 26 salan ceza xwestibû.

Desteserkirin û girtinên hemberî endam û birêvebirên HDP jî di qada tevayiya Tirkiye de her didomin. Tohmetên sereke girêdayî van girtinan bangeşeya rêxistina terorê ye. Herweha beşdariya di çalakiyên neyasayî de egerek din a tohmetan e.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.