Encumena Leşkerî ya Minbicê: Hêzên Tirkiyê, DIŞI û El Nusra dora Minbicê girtine

dibêje em amadene bo berevaniyê
کوردستان TV
100%

Encumena Leşkerî ya Minbicê radigihîne, artêşa Tirkiyê û çekdarên El-Nusra û DAIŞê li dora Minbicê kom bûne û dixwazin êriş bikin.

Berdevkê Encumena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ji K24ê re ragihand, piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî, her aliyek dixwaze Minbicê bigire, niha hêzên Tirkiye û çekdarên El-Nusra û DIŞIê li dora Minbicê kom bûne û dixwazin êriş bikin.

Şervan Derwêş her wiha got, di heman demê de hêzên rêjîma Sûriyê nêzîkî Minbicê bûne û tevgera wan heye. Berê xaleke Rûsyayê li gundê Arîmah yê Minbicê hebû, lê dema êrişa Efrînê vekişiyabû, niha dîsa ew vegeriya wê derê.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku wan hemû hêzên xwe li eniyan belav kirine û got, heya niha rewş aram e, lê heger êriş were kirin ewê berevaniyê bikin.

Şervan Derwêş da xuyakirin ku heta niha ti rêkeftinek di navbera wan û rêjîma Sûriyê de çênebûye, lê aliyên siyasî bi Rûsya û rêjîma Sûriyê re di danûstandinê de ne, heger rêkeftin pêk hat ew dikarin bi hev re kar bikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.