Li gor nûçeyeke kanala SKY news ya Erebî, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo di peywendiyeke telefûnî de li gel Serokwezîrê Îraqê behsa rewşa Îraq û Sûriyeyê kiriye.
SKYnews herwiha eşkere kiriye ku Mike Pempeo ji Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî re gotiye lazime piştî vekêşana hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê, Îraq hêzên xwe bişîne nava axa Sûriyeyê daku boşatiya ku jiber vekêşana Amerîkayê çê dibe têjî bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin