Ajansa karesatan a welatê Indonesya îro Yekşemê ragihand ku pêleke Tsunamî li qeraxên deryayê xist û di encamê de 200 kesan jiyana xwe ji dest da û bêhtirî 700 kes birîndar bûn.
Xaça Sor a Indonesî di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew pêşbîniya bilindbûna jimara qurbaniyan dikin.
Peyvdarê ajansa niştimanî ya karesatan Sutopo Purwo Nugroho di daxuyaniyekê de got Tsunamî li sê herêman xist; Sumetra, Java û rojavayê Jakarta paytext.
Bi sedan mal, neh otêl, bêhtirî 350 gemî û her wiha bi dehan otombîl rastî ziyanê bûn, li gor Ajuansê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin