Serokê Amerîka Donald Trump êvara Pêncşemê ji Twîtterê raghihand ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis wê di dawiya Şubata 2019'an de karkenar be.
Trump di twîtta xwe de bo xizmetên wî spasiya Mattis kir û got ku di gelek waran de alîkariya wî kir.
Piştî wê twîttê, medya Amerîkî nameya karberdana Mattis belav kir ku tê de xuya dibe Mattis karkenar nabe, lê jiber cudabîrîyên heyî dest ji kar berdide.
Mattis di nameya xwe de got ku mafê Trumo heye bi kesekî din re bixebite ku xwedî nêrînên nêzî wî be.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin