Şandeke pilebilind a Encûmena Sûriyeya Demokratîk bi serdanekê li Parîs a paytexta Fransayê ye û dê bi serokê wî welatî Emmanuel Macron re hevdîtinê bike û dê di civînê de rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê were gutûbêjkirin.
Nûnerê PYDê li Fransayê, Xalid Îsa ragihand, ku dê îro înê 21ê Kanûna 2018 Serokê Fransayê Emmanuel Macron li koşka Elyseeyê ligel Hevserokên Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar û Îlham Ehmed bicive.
Ev civîna han piştî biryara Serokê Amerîkayê bo vekêşana hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, tê lidarxistin jiber vê çendê tê payîn ku di civînê de MSD û Serokê Franseyê bi berfireyî behsa pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bikin û herwiha MSD daxwaz ji Franseyê bike li hember êrîşên Tirkiyeyê berevanî ji Rojavayê Kurdistanê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin