Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê îro, hijmareke zêde ji cîhadiyên Tirkiyeyê li bajarê Efrînê avêtin ser herdu gundên Miskê yê jorîn û jêrîn di encam de hejmarek welatiyên sivîl revandine, di nav wan de keçek jî heye.
Jêderên taybetî derbarê navên wan kesan de diyar kirin ku kesên ji aliyê cîhadiyan ve hatine revandin navên wan "Rustom Ahmed Sedo, Mohamed Îsmail Habaş û birayê xwe, Abdo û Şîx Mohammed Hanan Seydo, Adnan Xalîl Sido, Ciwan Abdulrehman Hassan, Salah Şêx Mohammed Sîdo û Hassan Mostafa Jendo ye. Herwiha hate gotin ku heta niha çarenivîsa wan welatiyan nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin