Li gor jêderên nûçeyan sedema dev jikar berdana wezîrê berevanî yê Amerîkayê eşkere bûye.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê kirine ku wezîrê berevanî yê Amerîkayê Jim Mattis gelek hewl daye daku Serokê Amerîkayê Donald Trump razî bike biryara vekêşana hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê nede lêbelê Trump bi dilê vî nekiriye.
Mattis ji Trump re gotiye ku YPG û hêzên Sûriyeyê demokratîk ku li dijî DIŞIê şer kirine hevpeymanên rastîn yên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ne loma ne raste di demekê de ku Tirkiye gefên ji nav birina wan dike, em wan bi tenê bihêlin, lê Serokê Amerîkayê ev yek qebûl nekiriye û pişt re Mattis gelek aciz bûye û dev jikar berdana xwe radestî Trump kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin