Li gor jêderên Îraqî, îro polîsê Îraqê li Başûrê bajarê Mûsilê, goreke bikomî ditiye.
Jêderên Îraqî diyar kirin ku ev gora han ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatiye kolandin û têde leşê zêdetir ji 50 kesan ku tê payîn beşeke zêde ya wan welatiyên medenî bin, hene.
Jêder behsa vê yekê kirin ku gora bikomî li Başûrê bajarê Mûsilê hatiye dîtin û texmîn tê kirin ku 29 leşên nava gora han vê leşên wan polîs û hêzên ewlekarî yên Mûsilê bin ku ji aliyê DIŞIê ve hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin