Fermandarîya Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) derbarê daxuyanîya serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna hêzên Amerîkî ji bakurê Sûrîyê, daxuyanîyek weşand.
HSD di daxuyanîyê de dibêje ku biryara Trump dê bandoreke neyênî li ser şerê wê yê dijî DIŞI'ê bike.
"Di dema ku em li baregehên wan yên dawîn, şerekî dijwar li dijî çeteyên DIŞI`ê de dimeşînin û li herêmên rizgarkirî şaneyên veşartî ku dixwazin careke din xwe jinûve ava bikin tune dikin, biryara Qesira Sipî ya vekişîna ji Bakur û Rojhilata Sûrîyê dê bi awayekî neyênî bandor li hemleya tunekirina terorê bike. Ew biryar di alîyê leşkerî, meydanî û leşkerî de hêzê bide terorê û alîgirên wê û zararê bîne ser operasyonên ku em dijî terorê pêk bînin.”
HSD bal dikşîne ku operasyona bi navê Şerê Tunekirina Terorê bi dawî nebûye û heta niha dawî li hebûna DIŞIê nehatiye.
“Ev peyvajoyeke pir girîng û hesas e. Divê herkes xebatên xwe zêde bike û alîkarîyeke zêdetir ji koalîsyonê were û bi hemû awayî alîkarîya şervanan me were kirin da ku şerê li dijî çeteyên DIŞIê bidome. Biryara vekişîna ji herêmê, dê tunebûna rêxistina terorî asteng bike. Herwiha dê sibêrojeke bi rîsk bi xwe re bîne.”
HSD dîyar dike ku ger hêzên Amerîkî ji herêmê derkevin, hevîyên gel ya aramî û ewlehîyê jî pûç bibin.
“Vekişîna di rewşeke wiha de aramî û ewlehîya herêmê wê tevlihev bike, valahîyeke sîyasî û leşkerî li herêmê ava bike û gelê vê derê wê neçar bimîne ku di nava pencên hêz û alîyên dijber de bijîn."
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin