Brîtanya: Gefa DIŞIê bidawî nehatiye

brîtanya dijî biryara Amerîkayê ye
کوردستان TV
100%

Brîtanyayê piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina serbazên xwe li Sûriyê daxuyanî da

Brîtanyayê piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina serbazên xwe li Sûriyê daxuyanî da

Brîtanya heta niha jî DIŞIê weke gef li ser asayîşa cîhanê dibîne û dibêje: Ti navçe di destê çekdaran de nemaye, lê hîna jî li ser welatan  gef in.

Wezareta Derve ya Brîtanya di daxuyaniyekê de piştî biryara Amerîka ji bo vekişandina serbazên xwe li Sûriyê ragihand ku hîna gelek kar mane ku divê bêne kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanya hate gotin ku nabe çavên xwe li ser wê yekê bigirin ku DIŞI çi metirsiyekê dirust nake, wan çekdaran erd jî di dest de nema be jî, lê weke gefê dê bimînin.

Herwiha di daxuyaniyê de hate ragihand: “Amerîka jî ew yek zelalkiriye ku pêşhatên li Sûriyê nayê wê wateyê ku DIŞI bi dawî hat û kampaniya hevpeymanan jî bidawî hat, û dê berdewam bin li gel welatên endam di nava hevpeymaniya navdewletî de ji bo serkeftinê.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.