Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Cîgirê Serokwezîrê Îraqê bo karûbarê darayî, îro Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Dr, Fûad Husên serdana Urdinê kiriye û li gel Şahê Urdinê civiyaye.
Di civînê de Şah Ebdulah û Fûad Husên behsa têkiliyên navbera Îraq û Urdinê û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han di her warî de kirine.
Her di heman civînê de her du aliyan tekez li ser zêdetir kirina hemahengiya abûrî û bazirganî ya di navbera Îraq û Urdinê de kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin