Komîteya xaça sor ya navnetewî ragihand ku îro her yek ji Îran û Îraq leşên leşkerên xwe yên kuştî li hev veguhartine.
Li gor daxuyaniya han îro hikûmeta Îraqê leşên 46 leşkerên kuştî yên Îranî radestê hikûmeta Îranê kiriye û li hember de jî Îran leşê 4 leşkerên kuştî yên Îraqî radestî hikûmeta Îraqê kiriye.
Li gor daxuyaniya han ev lihev veguhertina leşên kuştiyan bi amadebûna nunerên komîteya xaça sûr û rayedarên Îraq û Îranê pêk hatiye û ev leşkerên han di dema şerê 8 salan ya di navbera Îran û Îraqê de hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin