Şervanên QSD`ê bersiv dan êrîşa çeteyên DIŞIê ya li bakurê bajaroka El-Şefaa û li herêmê şer dijwar e.
Li gor nûçeyeke anhayê çavkaniyekî leşkerî ragihand ku çeteyên DIŞI`ê îro bi hêzeke mezin êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê yên li bakurê bajaroka El-Şefaa ya başûrê Hecînê kirin. QSD`ê yekser bersiv dan û di encamê de şerekî dijwar rû da.
Li gorî çavkaniyê leşkerî, heta niha bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyê hin çeteyan jî li qada şer e. Her wiha gelek çek û cebilxane jî ketin destê şervanên QSD`ê.
Şer heta niha dewam dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin