Thomas Garrett daxwaza qedexeya firînê li asmanê Rojavayê dike

dibêje lazime asmanê rojavayê Kurdistanê bo balefiran were daxistin
کوردستان TV
100%

Kongrêsmanekî Amerîkayê reporta xwe ya di derbarê Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê de pêşkêş kir û têde daxwaza devera qedexeya firînê kir.

Kongrêsmanê amerîkî, Thomas Garrett daxwaz ji rêvebriya welatê xwe kir, ku li bakurê rojhilatê Sûriyê devera qedexeya firînê ragihîne û got, divê MSD beşdariyê di danûstandinên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê de bike.

Piştî ku kongrêsmanê amerîkî, Thomas Garrett serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû, li nav kongirêsa welatê xwe axavtinek pêşkêş kir û têde ragihand, ku niha li Efrînê ala Tirkiyê hatiye bilnidkirin û navên Kurdî hatine guhertin û tenê bi herdu zimanên Tirkî û Erebî nav têne bikaranîn.

Garrett da xuyakirin, ku Tirkiye gefan dike û êrîşî ser vê deverê dike, ji ber vê yekê jî divê li bakurê rojhilatê Sûriyê, devera qedexeya firînê bê avakirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.