Wezîrê Navxweyî yê Fransa Christophe Castener dîyar kir ku Cherif Chekkat yê ku li Strasbourgê nêzî bazareke Noelê êrîşeke çekdarî li dar xistibû hat kuştin.
Chekkat yê 29 salî, di êrîşa roja Sêşemê de, 3 kes kuştibûn û 13 kes jî birîndar kiribûn.
Li gor nûçeya Reutersê, polîsan roja Pêncşemê ber bi êvarî li herêma Neudorf ya Strasbourgê operasyonek li dar xist.
Reutersê da zanîn ku di operasyonê de Chekkat gule bera karbidestên ewlekariyê daye û ew di bersîva polîsan de hatiye kuştin.
5 kesên ku di nav wan de dê û bav û du birayên Chekatt jî di nav de, bi sedema ku peywendiya wan bi êrîşa dijî bazara Noelê re heye, hatin desteser kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin