Dadgeheke Kanadî, rêvebira bilind ya kompanya telekomê ya Çînî Huawei, Meng Wanzhou îro Çarşemê bi kefalet berda, 10 roj piştî ku ew ser daxwaza Amerîka, bi tawanên sîxûrî hatibû desteser kirin.
Meng, ku keça damêzrenerê Huawei ye, rûbirûyê tawanên ji hêla Amerîka dibe ku agahîyên şewt dane jimareke bankayan û bûye sedema şikandina toleyên Amerîkî yên dijî Îranê.
Dadwerê Kanadî yê li bajarê Vancouver, li istana British Columbia, William Ehrcke biryar da ku kefaleta Meng 7.5 mîlyon dolarên Amerîkî be û ew bi bazingeke elektronîkî were girêdan û ji demjimêr 11’ê şevê heta 6’ê sibehê li nav malê bimîne.
Ger Kanada biryar bide ku doza hember Meng xurt e, divê wezareta dadê ya Kanadî biryarê bide ku wê radestî Amerîka bike yan ne. Ku Meng ji Amerîka re were şandin, dibe ku ew li ser her dozekê heta 30 sal cezayê zindanê bixwe.
Desteserkirina Meng peywendîyên aloz yên Amerîka û Çînê hîn kûrtir kiriye û Kanada jî xwe di nav rewşeke dijwar de dîtiye.
Berdevikê wezareta derve yê Çînê Lu Kang li Pekînê got ku desteserkirina Meng ji serî de şaş bû.
Hikûmeta Çînê gefan li Kanada kiribû ku ger Meng bi lêz û bezî neyê berdan, hîngê ewê rûbirûyê besîvdaneke tund be.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin