Amerîka diyar kir ku bo girjîya di navbera hevalbendên xwe yên Kurd û Tirkiyê de kêm bike, li bakurê Sûrîyê navendên çavdêrîyê ava kirine.
Berdevkê Pentagonê Rob Manning da zanîn ku ku li ser fermana Wezîrê Berevanî James Mattis, li sînorê bakurê rojhilata Sûriyê navendên çavdêriyê hatine çêkirin.
Manning got : Fikarên Tirkiyê li gor me cidî ne û em hewil didin ku îstiqrara li bakurê rojhilata Sûrîyê, bi Tirkîyê re bi awayekî organîzekirî pêk bînin.
Karbidestên Tirkiyê ragihandibûn ku ew naxwazin li bakurê Sûriyê navendên çavdêriyê çêbin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin