Li gor jêderên ji Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê de, zêdetir ji 500 terim di nava goreke bikom ya li bajarê Reqayê de hatine dîtin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku ev gora bikomî di dema lêgerîna tîma pspor ya gorên bikomî de hatiye dîtin û hîn jî nehatiye zanîn ka terimên han yên kî ne.
Hinek jêder behsa vê yekê dikin ku mimkune ev terimên han yên wan kesan bikin ku di dema desthilatdariya DIŞIê de ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine kuştin û hineke din jî dibêjin ku mimkune ev leşên wan terorîstên DIŞIê bin ku ji aliyê DIŞIê ve hatine kuştin.
Weke tê zanîn Reqa ku li Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê ye dema çend salan paytexta xelafeta terorîstan bû û pişt re ji aliyê HSDê û hevpeymaniya cîhanî ve hatiye azadkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin