Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir nameyek ji Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî re nivîsandiye û tê de hayedariyên girîng dane Adil Ebdulmehdî.
Sedir di nameya xwe de ji Ebdulmehdî re gotiye hin kes û dedor hewl bo vê yekê didin ku rewşa Îraqê vegerênin demên berê û Îraqê dîsa têk bidin jiber vê yekê lazime Serokwezîr û hikûmeta nû guhê nede pilan û projeyên wan kesan yên bo ava kirina hikûmeta nû.
Sedir herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku nabe hikûmeta nû li ser esasê parvekirinê were avakirin jiber ku eger wisa be vê lîsteya Saêrûn yaku yekemê Îraqê bû bibe opozîsyon.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin