Piştî ku artêşa Rûsyeyê li peravên Azakê de 24 leşkerên hêza deryayî ya Ukraynayê giribû û ev yek bibû sedema aloziyan di navbera her du aliyan de, îro Rûsye belav kir ku 15 ji wan 24 leşkerên Ukraynî vê werin zîndanîkirin û nahên azadkirin.
Ji aliyeke din ve hiûkmeta Rûsyeyê diyar kiriye ku vê bo bihêz kirina xeta berevanî ya li Kirimiyayê mûşekên zêdetir yên pergala parastina asmanî bişîne deverê.
Beriya çend rojan jî Serokê Ukraynayê rewşa awarte ya leşkerî ragihandibû û ferman kiribû ku lazime tevahiya amdekariyên pêwîst yên leşkerî werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin