Piştî ku wezîrê berevanî yê Amerîkayê James Mattis diyar kiribû ku bo pêşî girtin ji çê bûna pevçûnan di navbera hêzên YPG û artêşa Tirkiyeyê û herwiha bo pêşî girtin ji hatûçûya terorîstên DIŞIê, Amerîka biryar daye daku li ser sînorên nabvera Bakûrê Sûriye û Tirkiyeyê de xalên çavdêriyê ava bike, Amerîka bi awayekî piratîkî dest bi ava kirina wan xalan kir.
Her çend hikûmeta Tirkiyeyê li hember ev biryara Amerîkayê nerazî û dilgirane û dibêje ev yek bo piştgîrî kirin ji YPGê ye, lêbelê Amerîka guhê nade hikûmeta Tirkiyeyê û dest bi ava kirina xalên çavdêriyê li derdorê Girê Spî kiriye.
Herwiha Amerîka li derdorê Minbicê jî çand xalên çavdêriyê ava kiriye û biryare Amerîka li ser vê sînorê bi giştî zêdetir ji 12 xalên çavdêriyê ava bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin