Li navçeya Sancaktepe ya bajarê Stenbolê helîkoptereke leşkerî ket xwarê û di encamê de 4 leşker mirin û leşkerek jî birîndar bû.
Îro Duşemê berî nîvro li ser cadeya Topçular a Sancaktepe ya Stenbolê helîkoptereke leşkerî xwe li ser banê avahiyeke 4 qatî da û kete xwarê. Piştî bihîstina ketina helîkopterê, polis û tîmên agirvemirandin û tendirûstiyê gehiştin cihê bûyerê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin