Brîtanya û Yekîtiya Ewrûpa (YE) ser bernivîsa ku armancên piştî Brexitê nîşan dide li hev kirin.
Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk ji Twitterê ragihand ku wî bernivîsa deklarasyonê ji 27 dewletên endamên yekîtîyê re şandîye.
Tusk got: Serokê Komîsyona Ewrûpa ji min re dîyar kir ku alîyên danûstandinê li hev kiriye. Di asta sîyasî de prensîp hatine pejirandin û tenê erêkirina rêberan maye.
Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Juncker do Çarşemê jî ser bernivîsê axifîbûn.
Bernivîs divê di hilcivîna rêberên YE’ê de were pejirandin ku li ber e roja Yekşemê li Brukselê pêk were.
Li gor peymanê, Brîtanya dê bi awayekî fermî di 29’ê Adara 2019’an de ji YE’ê veqete.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin