Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federîca Mogherînî û Berpirsê Firehkirina Yekîtiya Ewrûpayê Johannes Hahn li Enqereyê dli gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglû civiyan û pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewrûpayê gengeşe kirin. Yek ji wan xala girîng a hevdîtina wan siyasetmedar û rojnamevanên girtî bûn û Mogherînî ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş bi zûtirîn dem de were azadkirin.
Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federîca Mogherînî got: “Divê Tirkiye pabendî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê be. Ji bo mafê mirovan ev meseleyek girîng e û divê Tirkiye biryara dadgehê bicih bike. Tirkiye razî be jî nerazî be jî asta dadgehên me bilind in û di yasayên me de dualîtî tine ye.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin