Herdu kompaniyên Dana Gaz û Nefta Hîlal ragihandin, ku asta berhemanîna gaza xwezayî li bloka Kormor a Herêma Kurdistanê bi rêjeya %30 zêde kirine û berhemanîna gazê niha gihîştiye 400 milyon pê sêca di rojekê de.
Îro Çarşembî 21ê Mijdara 2018, herdu kompaniyên Dana Gaz û Nefta Hîlal daxuyaniyeke nivîskî di derbarê asta berhemanîna gaza xwezayî li kêlgeha Kormor a li Herêma Kurdistanê de belav kirin. Kêlgeha Kormor ji aliyê herdu kompaniyan vet ê serpireştîkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Dana Gaz bi hevbeşî li gel Nefta Hîlalê, piştî 15ê meha 10an a îsal çendîn projeyên pêşdebirina zeviyên gazê yên Kormor û Çemçemalê bi awayekî serkevtî hatine cîbicîkirin û asta berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê di nava rojekê de ji 305 milyon pê sêca bilind bûye bo 400 milyon Pê sêca.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin