Efganistan: Herî kêm 50 kes di êrîşeke xwekuj de hatin kuştin

teqîn di nava civînekê de pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Li Kabul ya paytaxta Efganistanê dijî civîna rêberên oldar êrîşeke xwekuj pêk hat.

Di êrîşê de bi kêmî ve 50 kes hatin kuştin û bi qasî 80 kesên din jî birîndar bûn.

Rêberên oldar li saloneke dawetê ya nêzî Firîngeha Kabulê kom bûbûn û dema peqînê di salonê de nêzî 1000 kes hebû.

Êrîşvanê xwekuj di hindurê salonê de xwe peqand.

Berpirsîya êrîşa ku li Afganistanê yek ji êrîşa herî xwînî ya çend mehên dawî ye hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe.

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî êrîş şermezar kir û li seranserê welêt şîna neteweyî ragihand.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.