Li gor nûçeyeke Radiyo Ferda ku bi farsî weşanê dike, Serokkomarê Îraqê Berhem Salih di çarçoveya serdana xwe ya bo Îranê de, îro li gel Raberê Şoreşa Îraqê Elî Xamneyî civiyaye.
Li gor jêderê, di civîna han de her du alî behsa rewşa siyasî ya Îraqê, hewldanên wan yên hevpar ên li dijî dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê û herwiha çend mijarên din kirine.
Her di civîna han de Xamneyê ferman bi Serokkomarê Îraqê kiriye ku nabe bi ti awayê rê bide tevgera çekdarên heşda şebî were hilweşandin.
Xamneyî eşkere kiriye ku vê di pêşeroja Îraqê de heşda şebî roleke gelek girîng bilîze lewma lazime ev tevgera han were parastin û bihêzkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin