Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova di preskonferansekê de diyar kir ku komên tundrê tevî hewildanên Enqerê jî hê ji herêmê ewle ya Îdlibê derneketine.
Li gor lihevkirina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ku di meha Îlonê de li Soçî ya Rûsya kom bibûn, dê li Îdlib ya li bakurê Sûriyê herêmeke ewle ya bi qasî 15-20 kîlometre were çêkirin.
Bi lihevkirina her du dewletan çaverê bû ku komên tundrê heta 15’ê Cotmehê ji Îdlibê derkevin, lê medya herêmî radigehîne ku hemî komên tundrê ji Îdlibê derneketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin