Îro polîsê fedralî yê Îraqê daxuyaniyek belav kir û têde behsa amar û encamên operasiyonên hêzên polîs yên li derdorê Kerkûkê kir.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku hêzên polîs yên fedralî, li 6 gundên ser bi Kerkûkê operasiyoneke mezin li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistine û di encama operasiyona han de hêzên polîs karîne dest deynin ser 6 navendên terorîstên DIŞIê.
Li gor daxuyaniyê her di heman operasiyonê de hêzên polîs karîne dest deynin ser hijmareke zêde ji çek û cebelxaneyên terorîstan jî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin