Merkel piştgîrî da pêşniyara Macron

Almanya jî dibêje artêşek bo YE lazime
کوردستان TV
100%

Şiwêrmenda Almanyayê dibêje pêşniyara Macron bo ava kirina artêşeke taybet bi Yekîtiya Ewrûpayê pêşniyareke baş û girînge.

Şiwêrmenda Almanya Angela Merkel li Parlamentoya Ewrûpayê ser siberoja Ewrûpa axaftinek kir.

Merkel di axaftina xwe de diyar kir ku divê Ewrûpa artêşekê ava bike.

Merkel di berdewamiya axaftinên xwe de got: Ger em li bûyerên par binêrin, ya girîng divê em ser çêkirina vîzyona bo Artêşa Ewrûpa bixebitin.

Merkel da zanîn ku artêşa di hindurê Ewrupa de dê ne dijî NATO be û ewê bi wê re hevkariyê bike.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.