Amerîka dijî Rûsya toleyên nû radigihîne

jiber kêşeya Kirimiyayê ev dorpêç sepandiye
کوردستان TV
100%

Rêvebiriya Qesra Sipî, jiber dagirkirina Qirimê û maytekirina li rojhilata Ukrayna dijî Rûsya toleyên nû ragihand.

Biryara toleyan, berî civîna Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin, ku dê di 30’ê Mijdarê de li G20 pêk were, hat dayîn.

Trump diyar kiribû ku Serokê berê yê Amerîka Barack Obama jî berpirsê dagirkirina Rûsya ye.

Toleyên nû dijî sê kes û neh sazî hatiye ragihandin. Di nav wan de Vladimir Zaritsky, ku berê di Artêşa Rûsya de berpirsê muşek û cebilxaneyên bû, heye.

Li gor toleyan, Amerîka dê dewlemendiyên wan kes û saziyan bicemidîne û danûstandinên aborî yên bi wan re dê qedexe be.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.