Îro li bajarê Melbourne ya Avustiraliyayê kesek bi kêran êrîşî xelkê kir û di encam de kesek hate kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya polîsê Avustiraliyayê, îro êrîşkarek ku bi kêran êrîş pêk aniye, destpêkê tirimbîlek şewtandiye û pişt re jî bi kêran êrîşî xelkê kiriye, di encam de welatiyek hatine kuştin û du welatiyên din jî birîndar bûne.
Polîsê Avustiraliyayê eşkere kiriye ku xwestine êrîşkar binçav bikin lêbelê êrîşkar êrîşî polîsan jî kiriye lewre polîs êrîşkar kuştiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin