SOHR: Di nav 3 rojan de 65 terorîstên DIŞIê hatine kuştin

di encama êrîşên balefiran de hatine kuştin
کوردستان TV
100%

 

Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama operasyonên hewayî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DIŞIê de di 3 rojên borî de 65 terorîstên DIŞIê li Rojhilatê Dêrazorê hatine kuştin.

Di raporta SOHRê de hat gotin ku amadekarî û anîna hêzên ji aliyê HSDê ve li rojhilatê Dêrazorê berdewam dike û di encama êrîşên Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Dêrazorê di nav 3 rojên borî de 65 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Rewangehê da xuyakirin, di êrîşa li ser kêlgeha Tenek a li rojhilatê Dêrazorê ya dûh de 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku terorîstên DIŞIê dixwestin kêlgeha Ezreq ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kontrol bikin, lê Hevpeymaniya Navdewletî ew êrîş têk şikandiye.

Herwiha HSDê piştî anîna hêzên taybet yên YPGê di 28ê Cotmehê de, kariye hemû xalên xwe yên li derdora devera Behra ya nêzîkî Hecînê ji nû ve kontrol bike.

HSDê piştî topbarana Tirkiyê ya bi ser Girê Spî û gundewarên Kobaniyê 31ê Cotmehê operasyonên xwe yên li ser DIŞIê bo demekê rawestandibûn.

Peyamakurd

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.