Komîteyeke çavdêrî ya ser bi kongrêssa Amerîkayê, piştî sê mehan çavdêrî û venêrînê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û şerê dijî DIŞIê, raportek amade kiriye û bo civata giştî ya Kongressa Amerîkayê re şandiye.
Raport di nava civata giştî ya kongressê de hatiye xwendin û di nava raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku êrîşên Tirkiyeyê û cîhadiyên ku Tirkiye piştgîriya wan dike bo ser Efrînê û herwiha topbaran kirina deverên din yên li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve, bûne sedema vê yekê ku astengî li berdem şerê dijî DIŞIê çê bibin.
Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku Tirkiye û cîhadiyên ku Tirkiye piştgîriya wan dike bi her awayî dixwazên şerê dijî DIŞIê lawaz bikin û ev yek jî bûye derfet bo DIŞIê daku xwe bihêztir bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin