Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye

hatiye hilbijartin lêbelê nayê azadkirin
کوردستان TV
100%

Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê daye zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Li gor nûçeyeke bianetê Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê daye zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Guven ji 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê ve li Girtîgeha Amedê ya Cûreyê Eyê girtî ye. Wê diyar kiriye ku ew bi awayek adilane nayê dadkirin ji ber vê yekê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye, wê dema bidawîanîna grevê diyar nekiriye û dê dora girtina grevê nede ti kesan.

Parêzera Leyla Guvenê, Reyhan Yalçindag Baydemîrê ji bianetê re piştrast kir ku ew ketiye greva bêdor û bêdem kiriye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.