Li gor jêderên taybetî li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiye û cîhadiyên ku Tirkiye piştgîriya wan dike, yên bo ser deverên curbicur yên Rojavayê Kurdistanê de, îro careke din artêşa Tirkiyeyê gundên derdorê Tirbespiyê topbaran kiriye.
Jêderên taybetî diyar kirin ku di encama topbarana han de li nêzî gundê Til Cîhanê tirimbîlê welatiyeke medenî bûye armanca obîsên artêşa Tirkiyeyê û ev tirimbîl bi temamî hatiye şewtandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin