Li gor daxuyaniyeke Netewên Yekgirtî, heta niha li Îraqê 202 gorên bi komî hatine dîtin.
NY di raporta xwe de yaku derbarê rewşa Îraqê de belav kiriye, nivîsandiye; heta niha li wan deverên Îraqê yên ku beriya niha di destê terorîstên DIŞIê de bûne û dîsa hatine azadkirin, bi giştî 202 gorên bi komî hatine dîtin.
Di beşeke din ya vê raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev gorên han li Rojavayê Îraqê, Mûsilê, Kerkûk, Enbar û Diyalayê de hatine dîtin û di nava wan de ji bilî leşên terorîstên DIŞIê hevdem ev termên wan kesan jî hene ku ji aliyê DIŞIê ve hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin