QSD‘ê êrîşa DIŞIê têk bir, bi kêmanî 31 çete hatin kuştin

beriya çend rojan QSDê êrîşên xwe rawestandibûn
کوردستان TV
100%

QSD‘ê êrîşa çeteyên DIŞIê li eniya Hecînê  têk bir, bi kêmanî 31 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî ji Dêrazorê dane, çeteyên DIŞIê hewl dan ku ji sekinandina Pêngava Bagera Cizîrê û tozê sûdê bigirin û êrîşên bargehên şervanên QSD‘ê bikin, di vê çarçoveyê de vê sibehê  êrîşên dijber birin ser navendên QSD‘ê yên li bakur û bakurê rojavayê bajarokê Hecînê.

Li gor nûçeyeke anhayê çavkaniyê ragihand, çeteyên DIŞIê di êrîşê de erebeyên bombebarkirin û erbeyên doçka li ser bi karanîn û diyar kirin ku di navbera şervanan û çeteyên DIŞIê şer bi saetan heya ber êvarî berdewam kir.

Heman çavkaniyî diyar kir ku şervanên QSD‘ê êrîşên çeteyan têk birin, di encamê de erebeyeke bombebarkirî û yek doçka li ser teqandin, her bi kêmanî 31 çete kuştin û êrîşkarên din jî reviyan.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.