Bi sedema firtûne û baranê li Îtalyayê 14 mîlyon dar qelibîn û 15 kes jî mirin. Li rojhilatê bakûrê Îtalyayê baya ku dihat leza wê digiha 180 km yî.
Ev 5 rojin ku li Îtalyayê baran û ba nasekine. Bayê ku tê dibêjin zerareka mezin daye botanîka çiyayên Alp û Dolomîtîyê. Di dîmenên ku ji hewa de hatine kişandin de tê dîtin ku daristana ji darên çamê ser û binê hev bûye. Bi sedema heza erdê bi hezaran pir û rê heziyan, têkiliyên gundan ji bajaran hatin birin, av û elektrîk naçe gundan.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin