Îro înê artêşa Sûriyeyê û hevparên vî bi top û çekên giran êrîşî Başûrê bajarê Idlibê kirin.
Li gor jêderên nûçeyan artêşa Sûriye û hevparên vî hin deverên ku qaşo ji wan re tê gotin deverên bêçek topbaran kiriye û di encama topbaranê de herî kêm 10 cîhadî hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne.
Ev êrîşa han tê wateya vê yekê ku rejîma Esed û hevparên vî ( Îran û Rûsye) rêkeftina Soçî bi cidî nagirin jiber ku devera ku îro hatiye topbaran kirin yek ji wan deverane ku dikeve çarçoveya rêkeftina Soçiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin