NY: Di Cotmehê de 174 Iraqî bûne qurbanî

di nava mehekê de 69 kes hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Netewên Yekgirtî ragihand, ku di meha Cotmeha îsal de ji ber bûyerên tundûtîjiyê, êrîşên terorî û nakokiyên çekdarî, li Iraqê 69 kes hatine kuştin û 105 kes jî birîndar bûne.

Îro Înê 2ê Mijdara 2018ê Netewên Yekgirtî di beyannameyekê de hejmara kuştî û birîndarên ku di encama bûyerên tundûtîjiyê de li Iraqê hatine kuştin û birîndar bûne, aşkere kir.

Netewên Yekgirtî da xuyakirin: “Li gorî wan daneyên ku Nûneratiya Netewên Yekgirtî ya bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) tomar kirine, di meha Cotmeha bihorî de, di encama bûyerên tundûtîjiyê, êrîşên terorî û nakokiyên çekdarî, li Iraqê 69 kes hatine kuştin û 105 kesên din jî birîndar bûne.”

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.