Li Kobanê du welatî birîndar bûn

ew du care tirkiye gundên Rojavayê Kobanê topbaran dike
کوردستان TV
100%

Îro çarşem careke din artêşa Tirkiyeyê dest bi topbaran kirina gundevarên Kobanê kir.

Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê, îro danê sibê careke din artêşa Tirkiyeyê hin gundên derdorê Kobanê bi tundî topbaran kiriye.

Jêderên taybetî diyar kirin ku di toparana îro de yaku her du gundên Aşmê û Kor Elî li Rojavayê Kobanê kiribû armanc, du welatiyên Kurd birîndar bûne.

Weke tê zanîn duhê êwarê jî artêşa Tirkiyeyê derdorê Girê Spî tobaran kiribû û şervanan jî bersifa artêşa Tirkiyeyê dabû.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.