Di vê derbarê de jêderên polîsê hatûçûyê ya Îraqê belav kirin ku îro di encama bûyereke tirafîkê de 10 welatiyên Îranî yên ku bi mebesta beşdarî kirin di çileya Îmam Husên de serdana Îraqê kiribûn canê xwe ji dest dane.
Jêderên han belav kirin ku di bûyera han de hevdem 19 kesên din jî birîndar bûne.
Jêderên Îraqî diyar kirin ku bûyer di encama bihev ketina du tirimbîlan qewmiye û terimên wan welatiyên ku canê xwe ji dest dane bo nûjdariya dadî hatiye veguhastin û welatiyên birîndar jî bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin