HSDê 102 terorîstên girtî yên DIŞIê azad kir

102 terorîstên girtî hatine berdan
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê, 102 terorîstên DIŞIê ji girtîgehê berdan.

Li gor nûçeyeke peyamakurd Çavkaniyeke nêzîkî HSDê ragihand ku li ser daxwaza Rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê (PYD), Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 102 terorîstên DIŞIê ji girtîgehên bajarê Hesekê berdan.

Hat ragihandin ku kesên ku hatine berdan, cezayên xwe xilas kirine. Ji wan hinek 6 mehan û hinek jî 2 salan di girtîgehê de mabûn.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.