Hat ragihandin ku rêvebiriya Iraqê, ji roja şemiyê ve, gelek leşker sewqî Rojavayê Kerkûkê kirine.
Li gorî “Dengê Amerîkayê” li Iraqê li bajarên Diyala, Selahaddîn û Kerkûkê li çolê, hinek şer û pevçûn derketin û di encamê de hinek kesên sivîl hatin kuştin. Artêşa Iraqê jî bi hinceta hebûna IŞÎDê, leşkerên xwe derbasî herêmê dike.
Di derbarê mijarê de Serokê Partiya Demokrat a Tûrkmenan Nazim Kahya axivî û got ku DIŞI li bajarên Diyala û Selahaddînê pir çalak e, lê belê hêzên Iraqî vê yekê vedişêrin.
Kahya wiha dewam kir: Hêzên Iraqî, tenê xwe diparêzin, herêmê tu caran naparêzin. Bi taybetî jî navçeya Kerkûkê Hawîcê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin