Li gor medyaya cîhanî di encama bûyereke şemendeferê de herî kêm 17 kes canê xwe ji dest dane.
Medyaya cîhanî belav kir ku di encama bûyereke ji reyil derçûna şemendeferek li navçeya Yilan ya li Bakûrê Rojhilatê Tayvanê, herî kêm 17 kes canê xwe ji dest dane û 132 kesên din jî birîndar bûne ku birîna 80 ji wan gelek xedare û fikar hene ku hijmara miriyan zêdetir bibe.
Di nava şemendeferê de 310 rêwî hebûne û tê gotin ku nêzî 30 heta 40 rêwiyên din jî di bin şemendeferê de mane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin